Li Hesekê li ser daxwaza şêniyan park tê sererastkirin

Ji bo xweşikbûna bajêr û daxwaza şêniyan, Beşa Jîngeh û Parkan a Şaredariya Gel a başûrê Hesekê li ser projeya sererastkirin û restorakirina parka li taxa Til Hecer dixebite.

Şêniyên Hesekê ji Şaredariya Gel a bajêr re daxwaznayemek ji bo sererastkirina parka li taxa Til Hecer a li gel Çerxerêya Sînalko pêşkêş kir.

Li ser daxwaza şêniyan, Beşa Jîngeh û Parkan a Şaredariya Gel a başûrê Hesekê projeya sererastkirina parkê û restorakirina wê lêkolîn dike.

Ji hedefên girîng ên beşên şaredariya xizmetguzariyê ku xebata xweşikbûna bajêr dike, beşa jînegeh û parkan e. Her wiha hedefa wê ya sereke girîngiya der barê parastina jînegeh, xweşikbûna xwezayê, şûnwarên dîrokî, çandina daran û cihên dar lê hatine çandin, qedexeya qrêjiyê, piştevaniya parastina şûnwaran û teşwîqkirina serdanên wê ye.

Her wiha beşa jînegeh û parkan xizmetguzariyê ji şêniyan re bi rêya avakirina parkên giştî, berfirehkirina wê, çandina daran li parkan, avakirina cihên lîstokên zarokan di nava parkan de, derxistina cihên endustirî û pîşeyên ku zirarê digihîne jînegehê ber bi cihên taybet ve, pêşkêş dike.

Piştî lêkolîna beşa jînegeh û parkan a projeya sererastkirina parkê ya bi rûbera 5 doniman, beşê biryar da ku bi dehan daniştan, maseyên gulover û çargoşe deyne. Her wiha dê av jî li parkê hebe ku dar bên avdan, dê giyaya çêkirî bê danîn û lampeyên hundirîn û derve jî hebin.

Hevserokê beşa jînegeh û parkan a şaredariya gel a başûrê Hesekê Terad Mehmûd Şêx Îbrahîm diyar kir ku dê di çend hefteyên bê de dest bi xebatê bikin û piştî 10 rojan ji xebatê dê sererastkirinê bi dawî bikin û li gel wê jî dê tedbîrên parastina ji Koronavîrusê ku Rêveberiya Xweser girtine pêk bînin.

Îbrahîm diyar kir ku li parkê nêzî 20 darên Kîna hene, dê bi dehan darên Efes mîna xemla parkê li gorî plana çandiyê bên çandin ku xweşikbûnê bide parkê.

Îbrahîm di dawiyê de bang li şêniyan kir ku parastina parkan mîna parastina malên xwe bikin, bi taybet di dema xwarin û vexwarinê de û avêtina çopê li cihên taybet.

Dê werşeya sererastkirinê sûra derve ya parkê bûyax bike, dê qûma(xîz) hûr li erda parkê bike ku parastina zarokan di dema lîstinê de bike, her wiha dê peyarêyên hundirîn ên parkê sererast bike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din