Li Hesekê motorsiklêtek teqiya

Li bajarê Hesekê ya bakur Sûriyê teqînek pêk hat. Di encama wê de 2 kes birîndar bûn.

Çavkaniyên leşkerî ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku li nêzî çerxerêya Basil a li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê, motorsiklêtek teqiya. Di encama wê de 2 kes birîndar bûn û ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê bajêr.

Çavkanî destnîşan kir ku teqîn di saet 14:20`an de pêk hat. Her wiha diyar kir ku du kesên ku rûyê xwe girtibûn motorsiklêt li çerxerêyê sekinandin û winda bûn. Paşê teqîn pêk hat. Çavkanî tekez kir ku di encama teqînê de zerarên madî jî çêbûne.

Di van kêliyan de hêzên Ewlekariya Hundrîn cihê bûyerê dorpêç kirine û der barê teqînê de dê dest bi lêkolînê bikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din