Li Hesekê Navenda Çand û Hunerê ya Suryan hat vekirin

Bi armanca vejandina çand û hunra Suryan, Komeleya Çanda Suryan li Sûriyê ya Şaxê Hesekê bi merasîmekê Navenda Ebdulmesîh El-Qurbaşî ya Çand û Hunerê li taxa Bexda ya bajêr vekir.

Bi dehan şêniyên bajrê tevlî endamên saziyên sivîl beşdarî merasîmê vekirina navendê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Heskî Efaf Heskê vekirina navendê li hemû şêniyên herêmê pîroz kir û got: "Çand û huner berhemên fikrî ne ku civaka mirovahiyê di qanûnên dîrokî de afirandin. Gelê Mezopotamya bi hezarên salan li ser vê axê dijîn, ji ber vê yekê ev ax bi çandê dewlemend e, îro bi saya yekîtiya gelên herêmê desthiladarî û teror têkçûn û çanda herêmê ji nû ve zindî bû."

Berpirsê Komeleya Çanda Suryan li Sûriyê Îbarahîm Qes Îbrahîm axivî û got, civaka herêmê bi pirangiya çandî û hunerî tê naskirin, ev xak, xaka aştî, hezkirin û biratiya gelan e.

Îbrahîm anî ziman ku bi din siya projeya netewa demokratîk de her yek bi çand, huner û ola xwe dijîn û wiha domand: "Ji bo parastina çand û hunera Suryan îro bi desteka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê me navenda Ebdulmesîh El-Qurbaşî li bajarê Hesekê vekir."

Navend ji aliyê Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Efaf Heskî ve hate vekirin, paşê beşdaran li navendê geriyan.

Ebdulmesîh El-Qurbaşî, yek ji mamosteyên pêşeng ên zimanê Suryanî di sedsala 20‘î de ye, di sala 1911‘an de li gundê Qerebaş ê Amedê ji dayik bû û di sala 1972‘yan de wefat kir.

ANHA


Mijarên Din