Li Hesekê panela"Jin di pêşerojê de"

Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê îro li bajarê Hesekê bi navnîşana "Jin di pêşerojê de" paneleke lidar xist.

Panel li hola Xabûr a girêdayî taxa Til Hecer a bajarê Hesekê û bi beşdariya bi dehên jinan  hate lidarxistin. Di panelê de  3 xalên sereke "Rêxistin, perwerde û agahdarkirina jinan" hatin şîrovekirin.

Di semînerê de cîgira seroka Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê de ya şaxê Cizîrê, Necah Îsa axivî:"Divê em karînên jinan xurt bikin da ku beşdarî proseya pêşketinê bibin, her wiha jinan bi mafê wan ên tevlêbûna qadên siyasî, aborî û hemû qadên û rola wan di biryardanê bi wan bidin naskirin. "

Di aliyekî din de cîgira seroka Buroya Rêxistinî ya Jinan a Partiyê ya kantona Hesekê Nuha El-Yesarî wiha got, bîrweriya jinan armanceke ji her kesî tê xwesitn, çi sazî, civaka sivîl û çi jî partî bin

Her wiha sekretêra Partiya Pêşeroja Sûriyê Hêzil Ehmed axivî û got," Em nameya Partiya Pêşeroja Sûriyê ji hemû jinên li Sûriyê re radigihînin, îro pêwîstiya hemû jinan bi hevgirtin û danûstandinê heye, her wiha divê di vê qonaxê de em yekdeng bin.

Hêzil di dawiya axaftina xwe de tekez kir  jinan serkeftinên mezin qezenc kirin ku îro di rêvebirina civakê de roleke pêşeng dilîzin.

Di dawiya semînerê de mafê nîqaşan hate dayîn û di vê derbarê de gelek pêşniyar hatin kirin ji wan "Zêdekirina semînerên girêdayî jinan û vekirina dewreyên pêşketin û perwerdekirine" bûn.

(eh)

ANHA


Mijarên Din