Li Hesekê pêşangeha pîşesaziya herêmî

Bi dirûşma "Pêşesazên me..Hilberanidna me.. Çanda me" bi armanca pêşxistina pîşesaziya herêmî ji bo pêkanîna xwetêrkirinê, pêşangehek li bajarê Hesekê hate vekirin.

Bi sponseriya Gerînendetiya Pîşesazan a Kantona Hesekê û bi hevkariya Komîteya Aborî a kantonê, pêşangehek ji bo pêşxistina pîşesaziya herêmî û hilberandina herêmî hate vekirin.

Pêşangeh li Xwaringeha Nuxbê ya li taxa Til Hecir a bajêr bi beşdariya 63 kargeh û şîrketan pêk hat. Pêşangehê 2 rojan dewam kir û bi sedan şêniyan berê xwe da pêşangehê.

Endama rêveberiya Komîteya Aborî ya Kantona Hesekê Leyla Sarûxan diyar kir ku ev pêşangeh gaveke girîng ji bo pêşketina pîşesaziya herêma Cizîrê ye. Leyla destnîşan kir ku armanca pêşangehê pêşxistina herêmê ye.

Yek ji beşdarên pêşangehê û xwediyê şîrketa Carocek a pîşesazî û bazirganiyê Hisên Hemo diyar kir ku beşdarbûna wan di pêşangehê de da ku ji cîhanê re îsbat bikin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî rastî dorpêç û şer hat, lê niha xwe bi pêş dixe û pêwîstiyên xwe peyda dike û binesaziya xwe lê dike.

Beriya çend rojan pêşangeheke mîna vê pêşangehê li kantona Qamişlo hatibû vekirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din