Li Hesekê qezaya tirafîkê: 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Îro di saet 11.30’an de, li ser rêya di navbera Hesekê û Amûdê de qezayek tirafîkê pêk hat. Di encam de 5 kesî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Îro nêzî saet 11.30’an, li ser rêya di navbera Hesekê û Amûdê de, erebeyek "van, bi rengê spî" bi û "cîb bi rengê zêrîn” li hev qelibîn. 

Çavkaniyek ji Hêzên Asayîşê yê Hawarî ji ajansa me re ragihand ku erebeya ji cureya “van” a şêniyê bi navê Ciwan Xanim ê ji bajarê Hesekê ye.

Çavkanî bal kişand ser ku qezaya trafîkê bû sedem 5 kes jiyana xwe ji dest bidin. Hin jê, navên wan wiha ne; jina bi navê Medîne Abdullah (60) ji bajarê Efrînê ye û yê din jî Mihemed Elî Reşîd ji kantona Efrînê ye, diçû Hesekê da ku lingê xwe yê çêkirî ku di dema êrîşkirina artêşa dagirker a Tirk de birîndar bibû lec bike. Her wiha navê 3’ê kesên din ên jiyana xwe ji dest dane nehat zanîn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din