Li Hesekê qonaxa duyemîn a qedexeya derketina derve dest pê kir

Li kantona Hesekê qonaxa duyemîn a qedexeya derketina derve dest pê kir, Hêzên Ewlekariya Hundirîn digerin û şênî tenê pêwîstiyên xwe yên sereke dabîn dikin û vedigerin malên xwe.

Bi armaca bicihkirina biryarnameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajar, navçe û bajarokên kantona Hesekê, qonaxa duyemîn a qedexeya derketina derve ji saet 06:00’an ve dest pê kiriye.

Li herêma Cizîrê duh qonaxa yekemîn dest pê kiribû, li ser vî esasî çûn û hatine nava bajar, bajarok û navçeyan qedexe bû, hemû saziyên sivîl, dibistan, gerac, dezgehên veguhastinê û sînor hatin girtin.

Navendên tenduristiyê yên taybet û giştî, rêxistinên navdewletî, Xaca Sor, dermanxane, komîteyên dezenfekteyê, karkerên paqijkirinê, firin, firoşgehên kel û pelan, erebeyên veguhastina madeyên xwarinê, şerîn zarokan û sehrîcên veguhastina sotemiyan nayên rawestandin.

Li bajar kolan vala ne, hemû dikan girtî ne, lê firin û daîreyên pêwîst e karên xwe berdewam bikin, vekirî ne.

Aliyên peywendîdar bang li welatiyan kir ku li gorî bergiriyên hatine diyarkirin tev bigerin û kesên bergiriyan binpê bikin, dê rastî lêpirsînê werin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara qedexeya derketina derve heta demeke nediyar dê berdewam be.

(eh)

ANHA


Mijarên Din