Li Hesekê sê teqîn rû dan

Îro li bajarê Hesekê, sê teqîn çêbûn. Di encamê de endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn birîndar bû û zerarên madî jî gihîştin mal û milkên welatiyan.

Teqîna yekemîn

Nûçegihanê me ragihand ku teqîna yekê, derdora saet 9:45`an de li nêzî çerxerêya El-Meşheme ya li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê bi rêya motorsiklêtek bomebarkirî pêk hat. Di encama wê de tenê zerarên madî çêbûn. Hêzên Ewlekariya Hundrîn derdora cihê bûyerê girtin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku beriya 20 rojan li nêzî cihê teqînê motorsiklêtek teqiya bû.

Teqîna duyemîn

Piştî demeke kurt, li nêzî cihê teqîna destpêkê bi 100 m derdora saet 10:20`an de li taxa Salhiyê ya bajarê Hesekê li nêzî qiraxa Mesakin motorsiklêtekî din ê bomebarkirî teqiya. Di encama wê de jî zerarên madî çêbûn.

Hêzên Ewlekariya Hundrîn derdora cihê bûyerê girtin û bang li şêniyan kir ku ji cihê teqînê dûr kevin da ku teqîneke din rû nede.

Teqîna sêyemîn

Her wiha piştî teqîna destpêkê û ya duyemîn, li benda kontrolê ya tirênê ya li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê teqîna sêyemîn  rû da. Teqîn bi rêya motorsiklêtekî bombebarkirî çêbû.

Nûçegihanê me ragihand ku Li gorî agahiyên destpêkê ku yek ji endamên hêzên Ewlekariya Hundrîn di encama teqînê de birîndar bûye.

(bx)

ANHA


Mijarên Din