Li Hesekê şanoya”Tu ne Gara yî” hate pêşkêşkirin

Koma Serdem a girêdayî Hêzên Erkaxweparastinê  li bajarê Hesekê, şanoyek bi navê"Tu ne Gara yî"pêşkêş kir.Tê zanîn ku vê şanoyê di mihrîcana Yekta Herekol a çaremîn de ku li herêma Cizîrê hate lidarxistin, asta yekemîn wergirt.

Şano doh li Navenda  Xabûr a Çand û Hunerê û bi beşdariya bi dehan ji sivîl û hezkiriyên şanoyê hate pêşkêşkirin. Ev şano ji aliyê nivîskar Ezîz Nisînî ve hatiye nivîsandin û ji aliyê Mihemed Resûl ve hatiye derhênekirin. 

Naveroka şanoyê derbarê kesayeta şoreşger Gara de ye, ku li navenda bajêr piştî di eniyên şer de şehîd bûbû, peykerek bi navê wî hate danîn û paşê bû sembolekî neteweyî.

Piştî demekê, kesayeteke ku cilên parsê li xwe kiribûn derket û got ku ew Gara ye, bi vî awayî dest bi vegotina çîroka xwe ji hevrêyên xwe re dike û rastiya xwe eşkere dike. Çîroka wî jî li eniyên şer dema ku şer dijwar dibû xwe vedişart û şervan û kuştî dibirin.

Piştî ku çîroka xwe vegot hevrêyên wî ditirsiyan, ku şêniyên bajêr serxwet bibin ku Gara nemirî ye û li bajêr erkên mezin bistîne, ji ber vê yekê hevrêyên wî biryara kuştina wî didin û gule lê direşînin.

Di vê derbarê şano dê 3`ê rojan dewam bike û dê roja yekşemê li navenda Çand û Hunerê ya taxa Miftî, bi şevbuhêrkekê helbestî bidawî bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ku şano di mehrîcana şehîd Yekta Herekol a çaremîn de ku li navenda Mihemd Şexo ya girêdayî bajarê Qamişlo ye hate lidarxistin, asta yekemîn wergit, herwiha lîstikvanên şano jî xelat wergitin.

(eh/kc)

ANHA


Mijarên Din