Li Hesekê şehîd Emîr Mixlif hate oxirkirin

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Emîr Mixlif li Goristana Şehîd Dijwar oxir kir. Emîr Mixlif endamê Hêza Erka Xweparastinê bû û dema li Dêrazorê bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd bûbû. Di merasîma oxirkirinê de girseya gel soza şopandina rêya şehîdan da.

Girseya gel cenazeyê Emîr Mixlif ji Meclisa Malbatê Şehîdan wergirt û bi karwanekî erebeyan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a girêdayî gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Dema girse gihaşt goristanê, deqeyekê rêz hate girtin. Paşê ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Erka Xweparastinê ve toraneke leşkerî hate lidarxistin. Di merasîma oxirkirinê de piştî torana leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Îbrahîm Hisên axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha anî ziman: "Şehîdên me bi parastina rûmeta welêt û azadiyê tekez kir ku ew qehreman in."

Li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê fermandar Salim Îbrahîm axivî û wiha got: "Piştî rizgarkirina hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê, em derbasî qonaxeke nû dibin, ku ew jî têkbirina fikrên çeteyan ên tarî û şaneyên veşartî ye."

Li ser navê Yekitiya Ciwanên PYD`ê ya Hesekê Kîm Îbrahîm jî got: "Şoreşa me şoreşa hemû pêkhateyan e, nimûneya herî berbiçav li herêmê jî goristana me ye ku nimûneya biratiya gelan e û bi hezaran şehîdên hemû pêkhateyan lê ne."

Piştî bidawîkirina axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd hate oxirkirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din