Li Hesekê semînerek bi navnîşan rêxistin û rêveberî hate dayîn

Desteya Çand û Hunerê bi hevkariya Akademiyên Civaka Demokratîk a bajarê Hesekê semînerek bi navnîşana `rêveberî û rêxistin` ji bo şîrovekirina girîngiya rêxistinê di saziyan de lidar xist.

Desteya Çand û Hunerê bi hevkariya Akademiyên Civaka Demokratîk a bajarê Hesekê semînerek bi navnîşana `rêveberî û rêxistin` ji bo şîrovekirina girîngiya rêxistinê di saziyan de lidar xist. Semîner li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa El-Miftî ya bajarê Hesekê pêk hat.  Bi dehan endamên saziyên sivîl ên bajêr beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de endamê Komîteya Akademiyên Civaka Demokratîk Ebdulezîz Elî axivî û têgeha rêxistina rêveberî pênase kir. Elî qala sedemên girîngiya rêxistinê di kar de kir.

Di dawiyê de Elî diyar kir ku jiyan bê rêxistin û rêveberî rast nameşe, ji ber ku her du dînamîkên bicihanîna erkan in.

Desteya Çand û Hunerê bi hevkariya Akademiyên Civaka Demokratîk ji bo şîrovekirina girîngiya rêxistin û rêveberiyê dê gelek semînerên din li tevahiya bajarên kantona Hesekê li dar bixin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din