Li Hesekê teqîn, 2 birîndar

Beriya niha bi çend kêliyan li çerxerêya taxa Telayî ya bajarê Hesekê motorsiklêtek teqiya..

Derdodra saet 11:15`an de li nêzî çerxerêya peymangeha Pêşeyî ya nêzî çerxerêya Telayî ya bajarê Hesekê motorsiklêtek teqiya.

Yek ji rêveberên hêzên Asayîşa Hewarê ji ajansa me ragihand ku di encama teqînê de du kes bi sivikî birîndar û ji bo tedewiyê rakirin nexweşxaneya Wetenê ya bajar. Her wiha diyar kir ku rewşa herdû birîndaran base.

(bx)

ANHA


Mijarên Din