Li Hesekê teqîn

Beriya niha bi çend kêliyan li nêzî salona Reşo li ser rêya kevin a Dirbêsiyê motorsiklêteke bombebarkirî teqiya. Di encama wê de tenê zeyanên madî çêbûn.

Nûçegihanê me ji bajarê Hesekê ragihand ku teqîn derdora saet 11:35`an de li ser rêya kevin a Dirbêsiyê li nêzî salona Reşo pêk hat bêyî ku ziyan çêbibin.

Li ser wê rêyê karên qîrkirinê ji aliyê şaredariya Gel a bajarê Hesekê tê kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundrîn derdora herêmê girtin û tedbîrên pêwîst ji bo ewlehiya sivîlan, girt.

(bx)

ANHA


Mijarên Din