Li Hewîceyê 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Hêzên antîterorê yên Iraqê bi alîkariya hêzên koalîsyonê êrîşî baregehên çeteyên DAIŞ’ê yên li çiyayê navçeya Hewîceyê kir. Di encama êrîşê de 6 hate kuştin û gelek çek û cebilxane hatin bidestxistin.

Hêzên antîterorê yên Iraqê bi alîkariya hêzên koalîsyonê li navçeya Hewîceyê ya ser bi Kerkûkê ve, operasyonek li dijî çeteyên DAIŞ’ê li dar xist.

Çavkaniyeke taybet a ji hêzên ewlekariyê ku nexwest navê xwe bide, ji RojNewsê re axivî û got: “Îro danê sibehê, hêzên antîterorê yên Iraqê bi alîkariya hêzên koalîsyonê operasyoneke taybet li çiyayê navçeya Hewîce li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li dar xist. Di encama êrîşê de 6 çeteyên DAIŞ hatin kuştin. Hêzên me 2 erebe û gelek çek û cebilxane jî bi dest xistin. Her wiha gelek cihên ku çeteyan xwe tê de vedişartin jî hatin têkbirin.”

Heman çavkaniyê da zanîn ku di encama êrîşê de 2 endamên hêzên antîterorê yên Iraqê mirine û 3 jî birîndar bûne.


Mijarên Din