Li Hewlêrê di depoyên çekan de teqîn

Li ser rêya Hewlêr û Mûsilê 2 depoyên Fermandariya Hêzên Zêrevaniyê teqiyan. Nehate zanîn ka sedema teqînan çi ye.

Li ser rêya Mûsil û Hewlêrê vê sibehê saet di 04.45'an de 2 depoyên çek û teqemeniyan ên hêzên parastina nava bajaran ên girêdayî Farmandariya Hêzên Zêrevaniyê teqiyan. Heta niha sedema teqînan nayê zanîn.

Ajansa Rojnews ragihand ku şewata derketî ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hatiye kontrolkirin û tu ziyanên canî çênebûne.

Her wiha hate zanîn ku der barê teqînan de lêpirsînê dest pê kiriye.


Mijarên Din