Li Hindistanê endamên El-Qaîdê hatin girtin

Desthilta Hindistanê ragihand ku wan gelek endamên rêxistina El-Qaîdê ya terorîst girtin ku amadekariya êrişkirina gelek nuqteyan dikirin.

Ajansa Lêpirsînên Neteweyî ya Hindistanê ragihand ku wan  9 kesên girêdayî rêxistina El-Qaîdê girtin ku hewl didan êrişî gelek nuqteyên bike di nava li New Delhi ye.

Ajansa têkildarî têkoşîna li dijî terorê bi daxuyaniyekê ragihand ku koman plan dikirin ku êrişî cihên aktîv bikin, da ku tirsê bixin nava sivîlan û wan bikujin.

Ajansê destnîşan kir ku 6 endam li Eyaleta Bîngoli ya li rojavayê rojhilatê welêt girtine, 3 endamên din jî li wîlayeta Kerla ya li başûr girtine.

Ajansê da zanîn ku kesên hatine girtine girêdayî El-Qaîdê ne ku Pakistanê piştgiriya wan dike.

(eh)


Mijarên Din