Li Holê 110 şervan beşdarî Meclisa Leşkerî bûn

Akademiya Şehîd Şiyar a Leşkerî ya li navçeya Til Birak a kantona Qamişlo, 110 şervanên ji pêkhateya Ereb ku beşdarî Hêzên Meclisa Leşkerî ya Holê bûn, der birin.

Akademiya Şehîd Şiyar a Leşkerî dewreya xwe ya ji 110 şervanên ji pêkhateya Ereb re ku beşarî nava Meclisa Leşkerî ya Holê bûn, bi dawî kir. Dewreyê di 19`ê meha Hezîranê de dest pê kiribû.

Dewre bi navê Dewreya Şehîd Gabar Seqar (Wead Saran El-Hemûd) pêk hat. Şehîd Gabar Seqar şervanê QSD`ê bû û di pêngava rizgarkirina Dêrazorê de şehîd bûbû.

Dewreya şervanan mehekê dewam kir û tê de waneyên bîrdozî, siyasî û leşkerî dîtin. Şervanan akademî bi alên QSD, YPG, YPJ û alên Meclisa Leşkerî ya Holê xemilandin.

Merasîma bidawîkirinê bi beşdariya fermandarên Meclisa Leşkerî ya Holê hate birêvebirin, paşê ji aliyê şervanan ve toreneke leşkerî hate lidarxistin.Piştî torena leşkerî fermandara Meclisa Leşerkî ya Holê Evînar Dêrik axivî.

Fermandar Evînar bidawîkirina Dewreya Şehîd Gabar Seqar pîroz kir û hêviya serkeftinê di xebata şervanan de xwest. Evînar Dêrik got:"Şoreşa me şoreşa serkeftinan û yekrêziya gelan e ku bi saya hemû pêkhateyan hetiye bidestxistin."

Her wiha têkildarî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fermandar Evînar wiha got: "Tirkiye hewldana têkbirina aramî û ewlehiya vî welatî dike, em ê heta kêliya dawîn li ber xwe bidin."

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi sonda leşkerî bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din