Li Idlibê 2 çete hatin kuştin û 7 kes birîndar bûn

Îro hêzên hikumeta Sûriyê topbarana li dijî herêma Idlibê gur kir û li gundewarên başûrê Idlibê 2 çete hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumetê eniya Hereş El-Barîda ya çiyayê Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir û di encamê 2 çeteyên Feyleq El-Şam ku desteka xwe ji dewleta Tirk werdigirin, kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.

SOHR`ê diyar kir ku hêzên hikumetê bi çekên giran êrişî derdora gundê Rohiyê yê bakurê Meret Nûman kir, li gel vê yekê hêzên rejîmê careke din êrişî herêmên gundên Filfil û Sihûhin ên gundewarên başûrê Idlibê kir.

Duh hêzên hikumetê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin û balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî li gundewarên bakurê rojavayê Hemayê digerin.

(eh)


Mijarên Din