‘Li Idlibê 50 çekdar û 24 leşkerên rejîmê hatin kuştin‘

Wezareta parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di 24 saetên dawî de 50 çekdar û 24 leşkerên rejîma Sûriyê li "Herêma bêçek"  li Idlibê dan hatine kuştin.

Serokê navenda rûsî ya lihevanînê li Sûriyê Yuri Burenkov di kongreyek çapemeniyê de got: "Yekîneyên hêzên çekdar ên Sûriyê nuqteyên xwe parastin, di şikandina êrişan de derdora 50 çekdar hatin kuştin, 7 erebeyên doçka û çêkên giran li ser hatin rûxandin."

Burenkov destnîşan kir ku di roja derbasbûyî de li Lazîqiye, Heleb, Hema û Idlibê 24 leşkerên Sûriyê hatin kuştin û 24 leşkerên din birîndar bûn.

Yuri Burenkov wiha domand: " Roja Înê 17‘ê Çileyê Di saet 11:34`an de çekdaran bi rêya balafirên daron êrişî cihekî girêdayî hêzên hikumeta Sûriyê li Akademiya El-Esed a bajarê Helebê kirin. Di encamê de du leşkerên sûrî mirin û 4 din jî birîndar bûn."

Burenkov berdewam kir û got: "Bi giştî di şerên bi çekdaran re di roja derbasbûyî de 12 leşkerên Sûriyê hatin kuştin û 24 din jî birîndar bûn."

Yuri Burenkov diyar kir ku di encama topbarankirina çeteyan a 14`ê Çileyê li dijî bajarê Helebê  de 28 sivîl hatin kuştin û 56 sivîlên din birîndar bûn.

(şx)


Mijarên Din