NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Li Idlibê 9 kes hatin kuştin û 14 kes birîndar bûn

Balafirên şer ên rejîma Sûriyê gundê Marşorîn ê başûrê Idlibê bombebaran kir. Di encamê de 9 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji Idlibê ku balafirên şer ên rejîma Sûriyê îro di saetên nîvro de gundê Marşorîn ku 3 km dûrî bajarê Mereta Namane û girêdayî parêzgeha Idlibê ye, bombebaran kir.

Gundê Marşorîn di bin dagirkeriya çeteyan de ye ku destekê ji Tirkiyê werdigirin û ji herêmên qaşo bêçek e.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama bombebaranê de 9 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.

Her wiha bombebaran gihîşt bajarên Cisir Şixûr, Xan Şêxûn û Eyn El-Bîd.

(bx)


Mijarên Din