Li Idlibê agirbesteke nû… gelo wê mîna ya berê be?

Rejîma Sûriyê piştî ku Rûsyayê agirbest li “herêma bêçek” ragihand, wê jî ev yek îro ji saetên sibê ve erê kir. Ya jê girîngtir derfeta pêkanîna wê ye, ji ber ku agirbesta berê demeke dirêj dewam nekir.

Çavkaniyekî leşkerî yê girêdayî rejîma Sûriyê ji ajansa SANA`yê re got agirbesta li herêmên bêçek li Idlibê îro ji saetên sibê ve ji 31`ê Tebaxê ve hat erêkirin, her wiha mafên wan ên bersivdayîna terorîstan tê parastin.

Rûsyayê ragihand ku agirbesta ji aliyê hêzên rejîmê ve dê ji saetên sibê yên roja şemiyê li parêzgeha Idlibê ya di bin serweriya çeteyên de ku destekê ji Tirkiyê digirin, bikeve meriyetê.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got lihevkirin yekalî ye û saet di 06:00`an de dê dest pê bike.

Hêzên rejîma Sûriyê operasyonên xwe yên leşkerî û keda ji bo careke din Idlibê bixe bin serweriya xwe ji Nîsana derbasbûyî ve zêde dike.

Hêzên Sûriyê cihên stratejîk ên sereke mîna bajarê Xan Şêxûn û rêya navdewletî ya bajarê Şamê û Helebê bi hev girê dide ku beriya 5 salan ji destê wan derketiye, careke din xist bin serweriya xwe.

Neteweyên Yekbûyî dibêje bi sed hezaran gelê Sûriyê ji wê demê reviyane, her wiha herî kêm li Idlibê ku nêzî 3 milyon kes tê de dijîn, herî kêm 500 sivîl hatine kuştin.

Ragihandina agirbestê piştî rojekê ji banga koordînerê alîkariyê di rewşên awarte de yê girêdayî NY`yê Mark Lowcock ji Meclisa Ewlehiyê re ku ji bo parastina sivîlan li Idlibê helwestên cidî bistîne, pêk hat.

Hewldanên agirbesta ku di demên berê de hatibû kirin tu pêşketin an jî serkeftinên ku werin gotin, bi dest nexist.

Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê ya di navbera aliyên şer ên li Sûriyê di demeke berê de ragihandibû ku hêzên Sûriyê ji şeva 18`ê Gulanê ve agirbest ji yek alî ve ragihandibû lê ev yek demeke dirêj dewam nekir.

Hêzên rejîmê piştî çend rojan ji nû ve destpêkirina operasyonên leşkerî ragihand û Tirkiyê bikaranîna komên terorîst li Idlibê, tawanbar kir.

2`yê Tebaxê û di dema ku gera 13`an a civînên Astanayê dihat lidarxistin, hêzên rejîmê agirbesta yekalî ragihand. Lê vê yekê demeke dirêj dewam nekir. Hêzên rejîmê û bi alîkariya Rûsyayê operasyonên leşkerî li herêma bêçek a 4`emîn û dawî ku di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyê de ma, zêde kir.

Ji destpêka binketina agirbestê, hêzên rejîma Sûriyê zêdetirî 66 gund, bajarok û bajar careke din xist bin serweriya xwe de. Ji wan bajarê Xan Şêxûn û Mork ku di wan de nuqteya 9`emîn a çavdêriyê ya Tirkiyê heye û heta niha ji aliyê hêzên rejîmê ve di nava dorpêçê de ye.

(bx)


Mijarên Din