Li Idlibê bi daxwaza Tirkiyê, balafirên Rûsya êrîşî çeteyan kir

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsya balafirên rûsî nuqteyên çeteyên Tikiyê li parêzgeha Idlibê kiriye armanc. Ev yek jî li ser daxwaza Tirkiyê pêk hat.

Wezareta Parastinê ya Rûsya îro got "Rêxistinên çekdar", duh êrîş birine ser nuqteyên çavdêriyê yên girêdayî artêşa Tirkiyê, ku li Çiyayê Zawiyê yê girêdayî parêzgeha Idlibê dikeve.

Wezaretê diyar kir ku Tirkiyê ji Rûsyayê daxwaz kiriye, ku der barê garantiya parastina ewlehiya leşkerên Tirkiyê de û êrîşkirina nuqteyên çekdaran destekê bide. Li  daneyên ku Tirkiyê dane, Rûsya 4 êrîşên ezmanî birin ser nuqteyên girêdayî çeteyan.

Wezareta Parastinê ya Rûsya got balafirên rûsî komeke girseyî ji çekdaran bombebaran kir û nuqteya topa ku çekdaran pê nuqteya çavdêriya ya girêdayî artêşa Tirk topbaran dikir,  teqandin.

Hêjayî bibîrxistinê ku Wezareta Parastinê ya Tirkiyê îro ragihand ku hêzên rejîmê êrîş biriye ser nuqteya çavdêriya ya Tirkiyê, ku li parêzgeha Idlibê dikeve. Li gorî Tirkiyê ev êrîşeke plankirî ye.

Wezareta Tirkiyê di daxuyaniyê de got di dema êrîşê de, 3`ê leşkerên Tirkiyê birîndar bûne û ziyan gihîştiye hin avahî û alavan.

(eh) 


Mijarên Din