Li Idlibê çi dibe û dê çi bibe?

Rojnameger Azîz Koyluoglu diyar kir ku eger dewleta Tirk ji Morek ê derkeve dê vekişandina wê ya li Sûriyê dest pê bike. Koyluoglu got: "Niha Rûsya li Idlibê tesfiyekirina Tirkiyê dixwaze  û li zemîna lihevkirina bi Kurdan re digere.”

Geşedanên dawîn ên li Idlibê, hevdîtinên ku hatibûn kirin û yên bên kirin, me bi rojnamevan Azîz Koyluoglu re nîqaş kirin.

Çarçoveya krîza Idlibê ji rûniştin an jî lihevkirinan pêk tê. Lê ev ji çareserkirina krîza Idlibê re nabin bersiv. Çima ji van lihevkirin an jî rûniştinan têkildarî çareseriya krîza li Idlibê encamek dernakeve?

Di navbera Rûsya û dewleta Tirk de bi navê Soçî lihevhatinek ji bo Idlibê çêbû. Di wê lihevhatinê de sê xalên esasî derketin pêş; avakirina herêmeke bêçek, vekirina rêya M4-M5 û tasfiyekirina komên radîkal. Dema ev hevpeyman çêbû her kesî dizanî ku ew peyman pêk nayê. Di wê demê de hem Rûsyayê dixwast derbarê Idlibê de dem qezenc bike, hem jî pêwîstiya dewleta Tirk bi demê hebû ku karibe di siyaseta xwe ya li Sûriyê de guhertinekê çêke. Ji ber wê jî ev peymaneke mirî bû. Niha jî em hatin dawiya vê hevpeymanê.

Rûdanên li Idlibê binpêkirina Soçiyê ye

Di esasê xwe de tiştên ku li Idlibê rû didin, encama dawiya peymana Soçiyê ye. Xalên di Soçiyê de dewleta Tirk nikaribû pêk bîne. Hêviya Rûsyayê ji dewleta Tirk ew bû ku bê deng be û êrîş nebin, di herêmên çavderiyê de rolekê bilîze, hêzên radîkal tasfiye bike. Dewleta Tirk nikaribû van pêk bîne û nedixwest pêk jî bîne. Berovajî wê, li Idlibê radîkalîzm zêde bû, dewleta Tirk di vê navberê de gelek endamên çete perwerde kirin û bi hêz ew xistin herêmê. Di siyaseta Idlibê de tenê ne dewleta Tirk, Ewropa jî li piştê ye ku dixwazin Idlib bi vî awayî bimîne. Her wiha Emerîka jî dixwaze Idlib wekî xwe bimîne û naxwazin Idlib ji aliyê cografîk de bê guhertin. 

Hevdîtinên parastina sînor, ji Rûsyayê re nerehatî çêkir

Hedefên Rûsyayê yên siyasî li ser dewleta Tirk pêk nehatin. Helwesta Rûsyayê ji bo wê gelekî tund bû. Bi taybet ev hevdîtinên dawîn ku ez “di çarçoveya parastina sînor de” bi nav dikim, nêzîkbûna dewleta Tirk ji Emerîkayê re, ji bo Rûsyayê nerehetî çêkir. Ev êrîşên dawîn ên Xanşêxûnê û derdora wê û girtina herêmê di vê çarçoveyê de pêk hat.

Ev demeke dirêj e cara yekemîn di navbera rejîma Sûriyê, Rûsya, Îran û Hizbullahê de lihevhatinek di vê mijarê de çêbû. Jixwe ev demek e di navbera wan de nerazîbûn hebûn. Îran û  Hizbullahê piştgirî nedida êrîşên ser Idlibê, lê Rûsya û rejîma Sûriyê nêzî sê mehan êrîş pêk anîn. Van êrîşan encam negirt.

Di van rojên dawîn de Îran û Hizbullah ketin dewreyê û li ser erdê pêşketinek çêbû.  Ev jî di siyasetê de nûbûnek e. Gelo wê rejîma Sûriyê û hevkarên wê Rûsya, Îran, Hizbullah van êrîşên xwe berdewam bikin an na?

Eger dewam bikin  ev di siyaseta Sûriyê de guhertineke nû ye. Eger di Xanşêxûnê de bimînin û girtina herêmê wek serkeftinekê diyar bikin û li wir bisekinin, ev jî tê wateya ku lihevhatinek nû dîsa heye.  Lê di rewşa niha de tişta tê xuyakirin, lihevhatin kêmekê xerab bûye. Navenda çavdêriya dewleta Tirk li Morekê bû, niha tê gotin ku dê ji wir derkeve. Yanî gavekê dê paş de biavêje. Ev jî nûbûnek e.

Di 5’ê Tebaxê de ji bo Idlibê agirbest hate ragihandin. Lê ev agirbest negihîşt encamê û dewam nekir. Sedema xerabkirina vê agirbestê çi bû û piştî 5’ê Tebaxê çi çêbû?

Hebûna dewleta Tirk di nav axa Sûriyê de di çarçoveya destûra Rûsyayê ye. Dewleta Tirk hevkar û alîgirê komên çete ye. Lihevhatinên ku çêdibin demkî ne. Ji ber armanca esasî li siyaseta li Sûriyê niha bi taybet li bakur û rojavayê Sûriyê rejîma Sûriyê serwer be. Di rewşa niha de siyaseta Sûriyê taybet li Idlibê ser wê hatiye tevgerkirin.  Rûsya hinek tawîzan ser Sûriyê dide dewleta Tirk, jixwe dewleta Tirk wan tawîzan wek serkeftin dide xuyakirin. Rûsya dixwaze di navbera dewleta Tirk û NATO’yê de nakokiyan xurttir çêbin. Di siyaseta Rûsyayê de serkeftin tune ye. Wekî hûn dizanin S-400 wergirtin û dihate hêvîkirin ku ev girtina S-400’an di navbera Emerîka û dewleta Tirk de krîzeke gelekî mezin ava bike. Lê belê her du aliyan di G-20’an de li hev kiribû. Di wir de hate gotin ku anîna S-400’an naxin krîzeke gelekî mezin. Bi wî rengî siyaseta Rûsyayê ya S-400’an hat pûçkirin.  

Planên Rûsyayê pêk nehatin, agirbest ne stratejîk in

Dewleta Tirk bi Rûsyayê re bazarek li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Wê dewleta Tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriba,  Rûsya û rejîma Sûriyê bê deng bana û ji derve alikariya Rûsyayê hatiba kirin. Bi wî awayî têkiliyên di navbera dewleta Tirk û Emerîkayê de vegeriyabana krîzeke nû. Heta di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de li ser vê mijarê hevdîtin jî çêbûn. Dewleta Tirk wê dev ji Idlibê berdaba, Rûsyayê jî komên giredayî dewleta Tirk vekişandibana herêma Bab, Cerablus, Ezaz û Efrînê û komên çete yên mayî jî, dê Rûsyayê êrîşî wan kiriba. Lihevhatinek bi vî rengî hebû. Lê dewleta Tirk ev lihevhatin bi Emerîkayê re di hevditînên 6-7-8’ê vê mehê de xerab kir û di çarçoveya  Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi Emerîkayê re li hev kir. Plana Rûsyayê şikest û Idlib dîsa xist dewreyê û êrîş kir.  Di destê Rûsyayê de derbarê dewleta Tirk de ji derveyî Idlibê tiştek nemaye.  Dewleta Tirk halîhazir piştgiriya Ewropa, Emerîka re wê hebûna xwe li Idlibê berdewam bike.  Rûsya difikire ku dewleta Tirk bi rehetî ji Sûriyê derxe. Ji bo Rûsyayê ev xapandineke gelekî mezin e. Ketina dewleta Tirk li Sûriyê rastî bi destûra Rûsyayê re çêbû lê derketina wê bi destûra Rûsyayê û hêsan pêk nayê.  Ji bo wê agirbestên ku li Idlibê çêdibin, ne stratejîk in, ji bo demqezenckirinê ne. Di demqezenckirinê de armanc ku bi hinek hêzan re lihevhatinan çêkin. Di Idlibê de wê siyaseta agirbestekê her hebe. Di demên pêş de îxtimal heye ku ji bo 5 rojan yan jî du mehan agirbestêk bê kirin lê wekî min got ev agirbest ne stratejîk in.

Di 19’ê Tebaxê de balafirên şer ên rejîma Sûriyê karwanekî Tirkiyê ku ber bi bajarokê Morek ê bakurê bejahiya Hemayê ve diçû, bombebaran kir. Bi vê bûyerê re çi peyam ji dewleta Tirk re hate dayîn?

Niha ev bê destûra Rûsyayê pêk nehatiye. Îxtimalek heye ku rejîma Sûriyê ne bi balafirên xwe bi balafirên Rûsyayê lê dabe. Peyama wê zelal e ku ji dewleta Tirk re hat gotin ku “zêdegaviyan neke, di çarçoveya sînorê ku me ji te re daniye de tev bigere, heger tu ji wê çarçoveyê derkevî, em ê li tê bixin.” Peyameke gelekî cidî hate dayîn. Xala herî balkêş; helwesta dewleta Tirk beramberî vê rewşê  gelekî tund bû. Ev jî tê wateya ku li Idlibê rewşeke gelekî aloz li pêşiya dewleta Tirk û Rûsyayê heye. Wekî hûn dizanin balafirên Rûsyayê jî di van deman de hat xistin. Gelek kes dibêjin ew balafira rejîma Sûriyê ye, lê zêde cihê xwe nagire. Ji ber sahaya hewayî ya Sûriyê di destê Rûsyayê de ye. Di navbera dewleta Tirk û rejîma Sûriyê de, di çarçoveya piştgiriya Rûsyayê de dê şerek derkeve.

Di 7’ê Nîsana 2018’an de dewleta Tirk li Başûrê Idlibê li Morekê navenda çavdêriyê vekir. Niha jî ev navend di bin dorpêçê de ye. Gelo li wir îxtîmala derketina şer di navbera dewleta Tirk û rejîma Sûriyê de heye?

Navendên çavderiyê ji bo pêşiya şerekî bigirin, hatin avakirin. Niha wateya wê nema. Niha Rûsya dixwaze dewleta Tirk ji Morekê di bin çavderiya Rûsyayê de, ne bi şer, bi vekişandinê derkeve.  Lê dewleta Tirk jî dibejê ‘ez dernakevim.’ Di hevdîtinên veşartî de her du alî ketine qirika hev. Dewleta Tirk heger ji Morekê derkeve êdî hebûna wê dê li Sûriyê bikeve nîqaşê. Yanî vekişandina dewleta Tirk ji Sûriyê dest pê bike. Heger dewleta Tirk dernekeve, wekî Başîka ku di destê Iraqê de ye û navenda dewleta Tirk di dorpêça Haşdî Şabî de ye, lê ji wir dernakeve. Iraq jî cesaret nake ku bi zorê derxe, bi vî rengî dagirkeriya dewleta Tirk li Iraqê berdewam dike. Niha dewleta Tirk heman polîtîkayê dixwaze li Idlibê jî dewam bike. Tu wateya wê tune be jî wê hebûna xwe li Idlibê berdewam bike, navendên xwe yên çavdêriyê biparêze. Ji bo wê jî îxtîmala şer heye. Bingeha provokasyonekê gelekî zêde ye. 

Pêşveçûna rejîma Sûriyê li Idlibê û dorpêçkirina hin navendên çavderiya dewleta Tirk dê li qadê çi encama bîne? 

Niha Idlib ji bo Cinêv dewam bike, diparastin. Hebûna Idlibê di çarçoveya Cinêvê de bû. Ji ber cihê ku  di destê ‘muxalefetê’ de dihat pênasekirin, Idlib bû. Bazara çarçoveya Cinêvê li ser Idlibê bû. Hebûna van komên çete li Idlibê dewam bike, wê Cinêvê berdewam kiriba. Derxistina wan koman ji Idlibê li wateya Cinêvê naye. Ev dê di siyaseta Sûriyê de nûbûnek bide çêkirin.

Rûsya li zemîna lihevhatina bi Kurdan re digere

Dewleta Tirk li Idlibê bê tasfiy kirin, dê rewşa Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz bixe nîqaşê. Niha Rûsya gav bi gav vê siyasetê ava dike. Berovajî wê NATO di çarçoveya dewleta Tirk de hebûna xwe li Sûriyê ji du aliyan de dewam dike;

- Di ser CENTCOM’ê re koalîsyona li dijî DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna xwe berdewam dike.

- Bi raya dewleta Tirk de ji Cerablusê heya Idlibê hebûna xwe berdewam dike. Bakurê Sûriyê bi giştî, hinek Rojava û Rojhilatê Sûriyê bi rengekî ketiye bin destê NATO’yê.  Rûsya jî dixwaze ev bi dawî bibe. Niha xala herî lewaz di vê mijarê de Idlib e. Rûsya dixwaze li Idlibê encam bigire û gav bi gav siyaseta xwe bi pêş bixe. Her wiha bi Kurdan re jî Rûsya zemînê lihevhatinê jî digere.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê Fransa Emmanuel Macron 19’ê vê mehê de li hev civiyan. Di hevdîtinê de Pûtîn ragihand ku ‘dewleta Tirk piştgiriya terorîstan dike, terorîstên li Idlibê cîhanê hatine belavkirin.’ Hûn van hevdîtinan çawa dinirxînin û li herêma Idlibê wê çawa bandorê bike?

Dewleta Tirk di du aliyan de kar dike;

- Komên selefî li herêmê perwerde û bi çek dike. Ev jî encama siyaset û rêdana Rûsyayê ye. Siyaseta Rûsyayê bi rengekî Sûriyê perçe kir û divê ev siyaset bê guhertin. 

- Dewleta Tirk di roja me de tenê li Sûriyê li Lîbya, Afganistan û Misrê şer dike. Li dijî Ewropayê komên çete bi kar tîne. Her Erdogan gef diavête dewletên Ewropayê, li wan cihan teqîn çêdibûn.  Dewleta Tirk van komên çete ji xwe re wek aktorekî ku karibe hemû kesî tehdît bike, bi kar tîne.

Pûtîn dema ku serokê Îtalyayê dît, wî tiştî got ku “Çeteyên li Idlibê li cîhanê tên belavkirin, bi taybet li Lîbyayê.” Bi hezaran çeteyên dewleta Tirk ên ji Sûriyê li Lîbyayê li dijî Hefter şer dikin. Jixwe cîhan vî tiştî dizane, di rewşa niha de ji dewleta Tirk re çavên xwe girtine. Di pişt perdeyan û civînên veşartî de heye ku van tiştan nîqaş dikin lê li pêş çavan nayên gotin. Pûtîn xalekê tînê ser ziman, lê beramberî vê tiştê dê çi bike, helwesta wî ne zelal e. Ev jî aliyek ji durûtiya siyaseta Rûsyayê ye. 

Herî dawî bi van pêşketinên dawîn re mirov dikare behsa mutabaqateke nû ya Soçiyê bike?

Niha Soçiya di 18’ê Îlona 2018’an de pêk hat, niha wateya wê nemaye û şikestî ye. Heger Soçiyeke din çêbe yanî rewşeke nû jixwe tê gotin, di meha Îlonê de dê hevdîtinek di navbera Pûtîn, Rûhanî û Erdogan de li Tirkiyê pêk were. Îxtîmalek ku di wê hevdîtinê de ev hêzên niha bi hev re şer dikin, wê biryara gurkirina şer bidin.

(bm)

ANHA


Mijarên Din