Li Idlibê dewleta Tirk dîsa bi bin ket

Nûrhat Hesen

Şerê ku niha li Idilbê diqewime ne nû ye, ji destpêka ku Cephe El-Weteniye El-Tehrîr ku ji çeteyên Nûredîn El-Zinkî û Ehrar El-Şam pêk tê û ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin, ev şer berdewam e. Tirkiye dixwaze li ser xwesteka Rûsyayê El-Nusra tune bike û bi taybet piştî hevpeymana Astanayê lê ya ku xuya dike, Tirkiyê careke din nekarî El-Nusrayê tune bike.

Parêzgeha Idlibê ya dikeve bakurê Sûriyê, ji mezintirîn deveran e ku komên radîkal li Rojhilata Navîn dihewîne. Hin berpirsên Amerîkayê ev yek tekez kir ku ji şerê Iraqê û pê ve ev dever, devera herî mezin e ku komên El-Qaîdeyê dihewîne.

Dema ku El-Nusra sala 2015’an dest danî ser Idlibê, ragihandina girêdayî dewleta Tirk got "Idlib hate rizgarkirin". Lê belê piştî ku berê Tirkiyê ji hilweşandina rêjîma Sûriyê hat guherandin, berê ji destekdayîna El-Nusrayê jî guherî, niha jî dixwaze El-Nusrayê tesfiye bike, lê nizane ka çawa wê tune bike û berê xwe da hemû rêyan, lê nekarî.

Tirkiyê gelek caran hewl da hebûna El-Nusrayê li Idlibê bi rêya navên wekî Cebhet Fetih El-Şam û Heyet Tehrîr El-Şam rewa bike, heta El-Nusra îlan kir ku ji El-Qaîdeyê veqetiya, lê her û her diket lîsteya terorê ya cîhanî.

Piştî wê Tirkiyê bi rêya avakirina hin koman bi rêya hin komên dîtir, Cephe El-Weteniye El-Tehrîr ava kir û destpêka sala borî hewl da El-Nusrayê tesfiye bike. Hin deverên rojavayê Helebê ji Cephe El-Weteniye El-Tehrîr standin, lê El-Nusra dîsa hemû herêm vegerand.

Eniya niştîmanî ya rizgariyê di hin berikên Idlib û Helebê wekî Qubtan El-Cebel de ma.

Tirkiyê hewl da El-Nusra, ji bo rêya kesên wekî Ebo Yeqzan El-Misrî û Ebo Meryem El-Qehtanî parçe bike, lê dîsa nekarî El-Nusrayê jê derxe.

Di şerê ku niha diqewime de, El-Nusra, piştî ku Daret Ezê û Qubtan El-Cebel a ku wek cihê Nûredîn El-Zinkî yê sereke tê dîtin, rojavayî Helebê bi temamî girt, niha bi temamî Nûredîn El-Zinkî tesfiye bû.

Di vî şerê de Partiya Tirkistanî ya Îslamî û çeteyên Hiras El-Dîn destek da El-Nusrayê, lê divê em hinekî Partiya Tirkistanî ya Îslamî nas bikin.

Ev partî nêzî 10 hezar çeteyên ku ne ji Sûriyê ne, dihewîne. Berê ji aliyê dewleta Tirk ve dihat destekkirin, deriyekî wê yê veşartî li cem gundê Ên El-Bêda bi Tirkiyê re hebû, di wir re çek ji Tirkiyê digirtin, lê piştî hevpeymana Astanayê partî li dijî Tirkiyê derket û Tirkiyê desteka xwe rawestand.

Bi rêya vî şerî Tirkiye hewl dide El-Nusra tesfiye bike, bi taybet piştî ku El-Nusra ji bin fermana Tirkiyê derket û hevpeymana Astanayê nepejirand. El-Nusra ji herêma ku divê bê çek be, dernakeve.

Ya balkêş ew e ku di vî şerî de, destpêkê Tirk bê deng bûn, ya xuya dikir ku Tirkiyê hesab dikir ku dê çeteyên Cephe El-Weteniye El-Tehrîr bikare El-Nusrayê tesfiye bike, lê ya xuya dike ku dîsa dê Tirkiye bike.

Duh balafirên Rûsyayê deverên wekî Daret Ezê û Ûrim El-Kobra ku di destê El-Nusrayê de ne,  bombebaran kirin. Çavkaniyan diyar kir ku balafirên Tirkiyê jî di nav de bûn. Ev yek tekez dike ku plana Tirkiyê vê carê jî bi bin ket û ya ku bi ser ket, El-Nusra ye.

Tirkiyê hêvî dikir ku El-Nusra bi bin bixe da ku bikare bikeve bajarê Îdlibê ku niha di destê El-Nusrayê de ye, lê nekarî.

Ya xuya dike, rêjîma Sûriyê û Rûsyayê herî zêde sûd ji vê rewşê wergirtiye, bi taybet duh rêjîmê hewl da bikeve bajarê El-Letamîne yê bakurê Hemayê. Hinceteke xurt kete destê rêjîma Sûriyê û Rûsyayê, xuya ye ew ê Tirkiyê di vê mijarê de tengav bikin û dibe ku operasyonekê li herêmê rû bide.

El-Nusra zêdetirî 14 hezar çeteyan dihewîne û gelek çekên ku berê Tirkiyê dane wê, di destê wê de hene. Xuya dike ku Tirkiye dê nekare El-Nusrayê tesfiye bike.


Mijarên Din