Li Idlibê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên Tirkiyê de şer

Li Idlibê topbarana di navbera hêzên hikumetê û komên çete ku destekê ji Tirkiyê digirin, li gelek eniyan didome. Her wiha artêşa Tirk a dagirker sewqiyatên leşkerî ber bi herêmê ve şandin.

Şevê din li eniya El-Riwêha ya gundewarên başûrê Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û komên çete de şer derket. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) tu agahî der barê ziyanan de nehatin girtin.

Navendê diyar kir ku hêzên hikumeta Sûriyê şevê din herêmên Sifohin, Filêfil ên başûrê Idlibê û Afis a rojhilatê Idlibê bi moşekan topbaran kirin.

Girêdayî mijarê navendê pişterast kir ku dewleta Tirk a dagirker sewqiyatên leşkerî ber bi Idlibê ve şandin. Her wiha navendê diyar kir ku karwanekî leşkerî bi rêya deriyê Kefer Losîn derbasî xaka Sûriyê bû û karwanê leşkerî ji dehan erebeyên ku madeyên lojîstîk û leşkerî li ser wan bû, pêk dihat û ber bi baregehên artêşa Tirk ên li herêmê ve çû.

Bi vê yekê re hejmara erbeyên ku ji destpêka Adarê ve derbasî xaka Sûriyê bûne gihaşt 3 hezar û 280’yan, her wiha bi hezaran leşkerên Tirk.

(bx)


Mijarên Din