Li Idlibê dîsa topbarana hêzên rejîmê û balafirên Rûsyayê dest pê kir

Balafirên şer ên Rûsyayê û balafirên rejîmê li bejahiya rojavayê Idlibê gelek êrîş pêk anîn, di heman demê de hêzên rejîmê bejahiya Idlibê bi 80 moşekan kir armanc. Di encama êrîşan de kuştî û birîndar hene.

Li herêmên qaşo bêçek agirbesta yekalî li bakur û rojhilatê Çiyayê Laziqiyê, her wiha li taxên bakur û rojavayê bajarê Helebê heta bejahiya Hema û Idlibê kete roja 14`mîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê gelek derbe li Hereş Nesnoqol a bejahiya rojavayê Idlibê pêk anîn.

Her wiha navendê îşaret bi berdewamkirina êrîşên balafirên şer ên rejîmê li herêmên qaşo bêçek kir ku raserî êrîşên dijwar ên li bejahiya Idlibê pêk hatine kir. Li ser vî esasî hejmara derbeyên asmanî ku nuqteyên Hereş a bajarê Meret Nûman, bajarên Hezarên û Sefohin, gundên Marzêta, Cîbala, El-Dar El-Kebîra, Bezarbor, Beynîn, Seracê yê başûrê bejahiya Idlibê kirin armanc, gihaşt 12 derbeyan.

Agirbesta ji aliyê Rûsyayê ve hatiye ragihandin, piştî Tirkiyê dilsoziya xwe ya têkildarî rawestandina komên çekdar ku desteka xwe bi rêya navdewletî ya Heleb-Laziqiya û Şam-Heleba desteka xwe ji Tirkiyê werdigirin binpêkir, kete meriyetê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan tekez kir ku di encama bombebarana moşekên ku vê sibê rejîmê li ser bajarokê Kefernûbil ê aliyê başûrê bejahiya Idlibê avêtin, zilamek û jinek ji heman malbatê jiyana xwe ji dest da û yên din jî birîndar bûn. 

Di milekî din de hejmara moşekên ku rejîmê avêtine Kefernûbil, Um El-Sîr, Meret Herma, Şêx Mistefa, Kefersecna, Kensefra, Rekayê, Marzîta, Martematir û deverên din ên bajarê Meret Nûman, gihaşt 80 moşekan.

Topbarana hêzên rejîmê ji bajarokê Keferzûma yê başûrê Idlibê bû sedema kuştina sivîlekî û birîndarkirina 4 kesên din.

Roja pêncşemê hêzên rejîmê li ser Meret Hermê ya başûrê Idlibê, Xirbê Neqûs ê rojavayê bejahiya Hemayê topbaran kir, di heman demê de balafirên rejîmê di saetên şevê de gundê Bizabor ê Çiyayê Erbiîn ê bejahiya Idlibê topbaran kirin.

Tirkiyê li Sûriyê li ser esasê hevpeymana Rûsya-Îranê ya têkildarî nuqteyên çavdêriyê, 12 nuqteyên dagir dike û diviyabû ku van nuqteyan di agirbesta di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de rolek bilîsta lê nikaribû herêmê ji topbaranê biparêze.

(eh)


Mijarên Din