Li Idlibê hejmareke leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndar bûn

SOHR`ê ragihand ku ji ber teqîna mayinekê li ser rêya M4 leşkerekî Tirk hatiye kuştin û hinek jî birîndar bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku du mayin bi karwanekî leşkerî yê artêşa Tirk a dagirker li ser rêya M4 li nêzî gundê Mihembel ê deşta Roc a rojavayê Idlibê, teqiyan.

SOHR`ê diyar kir ku di encamê de gelek leşkerên dewleta Tirk birîndar bûne û agahî der barê kuştina leşkerî de hene.

Gelek karwanên leşkerî yên girêdayî çeteyên Cebhe El-Weteniye û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam berê xwe dabû rêya Heleb-Lazîqiyê cihê ku leşkerên artêşa Tirk lê hatin hedefgirtin. Di heman demê de artêşa Tirk li herêmê bi dest bi operasyonekê kiriye.

(cx)

ANHA


Mijarên Din