Li Idlibê şer gur dibe

Di roja yekemîn a Remezanê de balafirên şer ên Rûsyayê û topavêjên rejîmê bombebaraneke dijwar li ser parêzgeha Idlibê pêk tîne. Hate zanîn ku tu pêşketinên hêzên rejîmê li eniya gundê El-Cenabirê çênebûne.

Balafirên şer ên Rûsyayê ji beriya hefteyekê ve cihên li parêzgeha Idlibê bombebaran dike, di wextekê de ku hewldanên rejîmê ji bo pêşketinên li parêzgehê hene û Heyet Tehrîr El-Şam li aliyê din hêza xwe kom dike.

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re diyar kir ku di roja yekemîn a Remezanê (îro) de  balafirên Rûsyayê gundên El-Mozrê, Bozabor, Ebohebê, Rib Coz, Şenan û Dêr Sibil li bejahiya başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Çavkaniyan tekez kir ku herêma El-Zirbê 2 caran hate bombebarankirin û di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Her wiha balafirên Rûsyayê navendên Heyet Tehrîr El-Şam ên li bejahiya başûrê Idlibê ji bajarokê Kefir Iwêd, Ebdîta û Kexer El-Hemam bombebaran kirin.

Li aliyekî din jî çavkaniyekî din agahiya ku rejîmê gundê Cenabirê yê bakurê Hemayê kontrol kiriye, derewand û got di şer de fermandarê hêzên rejîmê Heyder El-Nirim û 25 endamên din ên rejîmê hatin kuştin, her wiha 2 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şamê jî hatin kuştin.

Çavkanî wêneyên alavên hêzên rejîmê ku Heyet Tehrîr El-Şam desteser kirine jî ji ANHA’yê re şandin.

(jo)


Mijarên Din