Li Idlibê zêditîrî 6 hezar alavên leşkerî yên Tirkiyê hene

Di 3 mehan de hejmara alavên leşkerî yên dewleta Tirk ku derbasî Idlibê bûne zêdetirî 6 hezar û 465 e, her wiha hejmara leşkeran jî zêdetirî 10 hezar û 300’î ye.

Vê sibehê sewqiyeteke leşkerî ya Tirkiyê di dergeha Keferlosîn re ya bi ser Lîwa Isekendor ve derbasî xaka Sûriyê bû û ber bi nuqteyên Tirkiyê li herêma qaşo bêçek ve çûn.

SOHR’ê daxuyand ku hejmara alav û erebeyên leşkerî ku ji dema 2’yê Sibata 2020’an heta niha derbasî herêmê bûne gihişt zêdetirî 6 hezar û 465 alav û erebeyên leşkerî ji tank, loderên leşker,  panzêran, mewziyan dijî guleyan û radarên leşkerî.

Li gorî SOHR’ê hejmara leşkerên dewleta Tirk ku li Idlib û Helebê di wê demê de belav bûne zêdetirî 10 hezar û 300 leşker e.

(fr)


Mijarên Din

‘Karkirin azadî ye’