Li Iraqê careke din xwepêşandanan dest pê kir

Îro li hin herêmên parêzgeha Zîqar a başûrê Iraqê xwepêşandanan careke din ji ber paşdeketina amadekariyên xizmetguzariya kehrebeyê hatin lidarxistin.

Dezgehên çapemeniyê yên herêmî û çalakvanan da zanîn ku xwepêşandêran gelek rêyên sereke girtin û navendên hikumetê yên li sûka Şiyûx a navenda parêzgehê neçar kir ku deriyên xwe bigirin.

Her wiha xwepêşandêr dixwazin kehrebe baş bibe, berpirsên herêmê istîfa bikin û ew tawanbar kirin ku di rêvebirina dosyaya xizmetguzariya li welêt de bi bin ketine.

Li Iraqê aloziya kehrebeyê heye û di vê demê de ji her salê zêdetir germahî heye û carinan ji 50 pileyan derbas dike.

(bx)


Mijarên Din