Li Iraqê deh dergehên bejahiyê û çarên deryayî parastina wan hate misogerkirin'

Fermandariya Oparasyonên hevbeş îro ragihand ku deh rêyên bejahiyê û çarên deryayê ji aliyê artêşa Iraqê ve parastina wan hate misogerkirin.

Fermandariyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser bingeha perspektîfên serokê Meclisa Wezîran Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên girtina hemû deriyên sînorî, bicihkirina qanûnan, têkoşîna li dijî zedegaviyan û gendeliyê û pereyên giştî, Fermandariya Hevbeş Hêzên Ewlehiyê ji bo hemû deriyan diyar kir û dê hejmara endaman li gorî xwezayê karê dergehê be, li gel vê yekê berpirsyartiya parastina deriyan ji aliyê qadên artêşa Iraqê ve hate diyarkirin.

Fermandariyê da zanîn ku deriyên deryayî yên Um Qesir ê bakur, Um Qesir ê başûr, Um Qesir ê navîn û Xor Zibêr, deriyên bejahiyê yê Şilamca, Bedra, Menziriyê, Sefwan, Qaim, Tirêbîl, Şêb, Zerbetiyê, Ebû Felûs/Filûs û Ererê ne û bi vî awayî dibin deh deriyên bejahiyê û çarê deryayê ku bi temamî têne parastin.

Fermandariyê destnîşan kir ku ev hêz dikarin li gorî qanûnan hesab ji kesên pîvanan bin pê dikin, bixwazin.

(eh)


Mijarên Din