Li Iraqê gel li qadan bûn

Li Bexda û hinek parêzgehên din ên Iraqê bi hezan alîgirên Tevgera Sedr, Çarçoveya Hemahengî û Eniya Tişrîn û Komûnîst daketin qadan û xwepêşandan kirin.

Li gel tedbîrên tund ên hêzên ewlehiyê alîgirên Tevgera Sedr bi hev re nimêja înê kirin û xwepêşandan kirin.

Her  wiha hêzên ewlehiyê hinek deriyên ketina Herêma Kesk a Bexda girtîbûn.

Nûnerê Sedr di xwepêşandana li Herêma Kesk di nava alîgirên Tevgera Sedr de ragihand ku wê xwepêşander bi ti awayî dest ji daxwazên xwe bernedin. Nûnerê Muqteda Sedir ji xwepêşanderan daxwaz kir ku xwepêşandan û greva xwe berdewam bikin.

Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr bang li xwepêşanderên Çarçoveya Hemahengî kir ku xwepêşandanên aştiyane li dar bixin û di peyama xwe ya li ser twitterê de diyar kir ku divê xwepêşandanên Çarçoveya Hemahengî ji bo reformê piştgiriya wan bike û got: “Divê xwepêşandanên we ji bo reforman bin, ne ji bo serweriya dewlet û hikumetê. Eger xwepêşandanên we ji bo parastina sextekarên hilbijartinê be, em ê bi we re nebin.”

Di saetên sibehê de hêzên ewlekariyê Pira Meleq a nêzî Herêma Kesk girtibûn da ku di navbera alîgirên Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemehengî de alozî dernekeve.

Rêveberiya Çarçoveya Hemhengî ragihand ku naxwazin îro li gel alîgirên Tevgera Sedr dijberî hebe.

Berdevkê Hikumeta Iraqê Hesem Nazim ragihand ku hikumetê ji bo pêkanîna diyologê banga ji bo aliyên siyasî dubare kiriye û got ku hikumeta Iraqê hikumeteke xizmetguzariyê ye û dûrî li hemû hêzan rawestiya ye.

Her wiha îro li hembarî xwepêşandanên alîgirên Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê, Eniya Tişrîn, Hizba Şîu ya Iraqê (Partiya Kumûnîsta Iraqê) û hejmarek rêxistin û çalakvan li dijî xwepêşandana Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemahengî xwepêşandan kirin û banga başkirina rewşa niha ya Iraqê kirin.

Ev 2 heften e alîgirên Tevgera Sedr xwepêşandanan dikin û radigihînin ku heta daxwaza wan pêk neyê wê berdewam bikin. Lê heta niha herdu enî li ser daxwazên xwe bi israr in.


Mijarên Din