Li Iraqê li dijî Heşd Eşayîr êriş pêk hat: 7 kes hatin kuştin

Li bajarê Rumadî yê parêzgeha Enbar a Iraqê erebeyeke bombebarkirî di kombûneke hêzên Heşd Eşayîr de hate teqandin û di encamê de 7 endamên wan hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, li parêzgeha Enbar a Iraqê erebeyeke bombebarkirî li nêzî kombûneke hêzên Heşd Eşayîr hate teqandin.

Çavkaniyan ragihand ku êriş ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve pêk hatiye û di encamê de 7 endamên Heşd Eşayîr hatin kuştin û 7 din jî birîndar bûn.

(cx)


Mijarên Din