Li Iraqê êrişa DAIŞ`ê: Leşkerek hat kuştin

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê êrişek bir ser nuqteyên ewlehiyê yên li başûrê Bexdayê û di encama wê de leşkerek hat kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Şaneyê têkildarî êrişa DAIŞ’ê ya li başûrê Bexdayê daxuyaniyek da û wiha da zanîn: "Koma terorîst a girêdayî çeteyên DAIŞ`ê gule ber bi nuqteya parastinê ya Tîma 17`an a li gundê Hebeş ku di herêma Sedir El-Yûsifiyê ya başûrê Bexdayê de ye, reşandin."

Şaneyê desntîşan kir ku di encama wê de leşkerekî hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Di 23`yê Gulanê de Şaneya Ragihandina Ewlehiyê destnîşan kiribû ku gule ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve yekser ber bi nuqteya girêdayî Lîwa 17`an a polîsên li Samerayê ve hatin reşandin û di encama wê de 2 polîs birîndar bûbûn.

Di demên dawîn de çeteyên DAIŞ`ê êrişên xwe li Sûriye û Iraqê zêde kirine.

(bx)


Mijarên Din