Li Iraqê êrîşên bombeyî

Nuqteyên leşkerî û petrolê yên li Iraqê ku tê de leşkerên DYE’yê hene rastî 5 êrîşên roketan hatin. Ev nuqte li herêmên cuda cuda yên welatin. Li aliyê din jî nakokiyên Tehran û Washintonê yên hevalbendê sereke yên Bexdayê ne, berdewam in.

Piştî êrîşa ku li nuqteyên leşkerî û petrolî rû daye, tu aliyan berpirsiyariya avêtina roketan a ku ji îna borî ve destpê kiriye, hilnegirt ser xwe. Iraq dibêje ku metirsiya nakokiyê di navbera Tehran û Washingtonê de hene.

Çavdêran diyar kirin ku tevliheviyeke bi vê rengî ne dûr e, li welatê ku tê de fermandarên siyasî û komên çete hene.

Di berbanga îro de, ji êrîşên dawîn şaneya çapemeniya ewlehî bi daxuyaniyekê tekez kir ku roketek ji cureya Katyoşa li ser şîrketa kolandina bîrên petrolê li herêma Bircisiye ya parêzgeha Besra ketiye û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Ji aliyê xwe jî berdevkê Wezareta Petrolê Asim Cîhad ji ajansa AFP’ê re ragihand ku kesên birîndar bûne Iraqî ne û birînên wan sivik in û wiha diyar kir: "Bircisiye dûrî nuqteyên xebatên petrolê ku şîrketên herêmî û biyanî lê dixebitin bi çend kîlo metreyan in."

Li berdevk daya zanîn ku li herêma Bircisiye kombûnên girêdayî şîrketên petrolê yên herêmî û biyanî hene.

Beriya 3 hefteyan ji ber nakokiyên di navbera Îran û DYA’yê de piştî 83 karkerên biyanî paş ve hatibûn kişandin ku li bîra Qurne ya petrolê li Besrayê dixebitîn, ji nû ve dê dixebitin. 

Cîhad di demeke berê got ku karkerên biyanî yên şîrketa Exxon Mobil bi hejmara 83 kesan ji wir hatibûn kişandin dê roja yekşemê 1’ê Hizêranê ji nû ve dest bi xebatê bikin.

Beriya çend saetan ji bûyera Bircisiye Fermandariya Opersiyonên Hevpar ragihand ku roketek Katyoşa li biryargeha Fermandariyê ya li parêzgeha Nînawa bajarê mezintirîn a Mûsilê li Bakur Iraqê ketiye, lê Fermandariya Nînawa diyar kir roket ji çêkirina herêmê ye.

Têkildarî mijarê, çavkaniyên herêmî da zanîn ku hêzên DYA’yê jî li wê deverê hebûn.

(fr)


Mijarên Din