Li Iraqê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Îro li sûka giştî ya qezaya El-Qayim a rojavayê Enbarê erebeyeke bombebarkirî teqiya û di encama de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 2 jê polîs 7 kes birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ewlehiyê ji El-Sûmeriya News re diyar kir ku îro li herêma sûka giştî ya qezaya El-Qayim ku dikeve  rojavayê parêzgeha Enbar a Iraqê, erebeyeke bombebarkirî teqiya.

Qeymeqamê El-Qayim Ehmed El-Mehlawî teqez kir ku di encama teqînê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 2 jê polîs, 7 kes birîndar bûne.

Her wiha di encama teqînê de gelek zirarên madî gihîştin dikanên li derdorê.

Tevî ku Iraqê dawiya sala 2017`an diyar kir ku wan çeteyên DAIŞ`ê tune kirine jî, ev demek e teqîn çêdibin û sivîl tên kuştin.

(bx)


Mijarên Din