Li Japonyayê zarokek hate kuştin û 17 kes birîndar bûn

Di encama êrîşa bi kêrê de ku îro sibehê li nêzî paytexta Japonyayê Tokyoyê pêk hat, êrîşkar zarokek kuşt û 17 kesên din birîndar kirin ku piraniya wan zarok in û paşê jî xwe kuşt.

AFP`ê ji dezgehên çapemniyê yên Japonyayê ragihand ku di çalakiya li Kawasakî pêk hat de, zarokek hate kuştin, herî kêm 17 kes birîndar bûn û paşê jî êrîşkar xwe kuşt.

Di demekê de ku serokê Amerîkayê Donald Trump serdana Japonyayê dike, ev êrîş pêk hat.

Trump di serdana xwe ji keştiya leşkerî ya Japonyayê re piştgiriya gelê Amerîkayê bi gelê Japonyayê re nîşan da û got: "Hemû Amerîkî li kêleka gelê Japonyayê disekinin û li ser qurbaniyan û malbatên wan xemgîn in.”

Êrîş serê sibehê dema ku karmendan berê xwe dida xebata xwe û xwendekaran berê xwe dida dibistanan, pêk hat.

(jo)


Mijarên Din