Li Jinwarê şahiya 4`ê Nîsanê

Îro bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û jinên gundê Jinwar bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek li dar xist û 100 dar li gundê Jinwar çandin.

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şêniyên navçeya Dirbêsiyê şahiyek li gundê Jinwar li dar xist û 100 dar li gundê Jinwar ê girêdayî navçeya Dirbêspiyê ya kantona Hesekê çandin.

Di şahiyê de bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û jinên gund û şervanên YPG û YPJ`ê amade bûn.

Di şahiyê de, bi navê YPJ`ê fermandar Evîndar Efrîn axivî û rojbûna Ocalan pîroz kir û wiha got: "Îro rojbûna Ocalan e, roja xelaskirina jinan ji zilmê ye, bi saya ramanên Ocalan em ewle dijîn."

Her wiha bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Keliş axivî û wiha got: "Rojbûna Ocalan, roja bidawîbûna zilmê ye, ji ber vê yekê em daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, ji ber wî hişt em azad bijîn."

Bi navê jinên enternasyonalîst, Nûjîn Derya axivî û got: "Me berê xwe da şoreşê, ji ber ku em bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor bûn û bi gelê Kurd ku bi têkoşîn û lehengiya xwe ji bo azadiya Ocalan û doza wan, bandor li me kir."

Paşê gelek jinên enternasyonalîst stranên kurdî gotin û şêniyan 100 dar li gund çandin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(jo)

ANHA 


Mijarên Din