Li Kabûlê teqînek pêk hat

Li paytexta Afganistanê li nêzî balyozxaneya Amerîkayê û beriya salvegera êrîşên 11 Îlonê yên li dijî DYA`yê, teqînek pêk hat.

Îro di saetên sibê de li Kabulê dûmaneke mezin hate dîtin. Li gorî xebatkarekî balyozxaneya Amerîkayê teqînek pêk hat, lê El-Erebiye Net diyar kir ku tu agahî der barê wê de nehatine bidestxistin.

Tê zanîn ku ji destpêka serokê Amerîkayê Donald Trup ragihand ku wan diyalogên bi tevgera Talîbanê red kirin, ev cara yekemîn e teqîneke mezin bi vî awayî pêk tê.

Di hefteya derbasbûyî de 2 erebeyên bombebarkirî li Kabûlê hatin teqandin û di encama wê de gelek sivîl û 2 endamên NATO`yê hatin kuştin.

Trump got leşkerekî Amerîkayê di yek ji wan teqînan de hate kuştin, ji ber wê jî diyalogên DYA`yê û tevgera Talîbanê wek "mirî" pênase kirin.

(bx)


Mijarên Din