Li kampa Erîşa şewat derket

Li kampa Eşîra ya dikeve başûrê Hesekê, di encama teqîna papora gazê de şewat derket. Di encam de 30 kon şewitîn, lê tu zirarên canî çênebûn.

Îşev li kampa Erîşa ya 30 km dikeve başûrê Hesekê, di encama teqîna papora gazê de şewatek çêbû û 30 kon şewitandin. Bi wê re tîmên agirkujiyê bi hevkariya niştecihên kampê şewat vemirandin.

Di encama şewatê rizarên madî û 3 rewşên bêhntengbûnê yên şêniyên kampê ku hewldan şewatê vemirînin çêbûn, lê tîma Heyva Sor a Kurd destwerdanên lezgîn kir û niha rewşa wan baş e.

Di kampa Erîşa de zêdetirî 14 hezar şênî heye, piraniya wan ji gundewarên Dêrazor û Reqayê ne. Ew şênî bi sedema ku mal û warên wan di bin serweriya rejîma Sûriyê de ne û hin mal jî hatine wêrankirin nikarin vegerin û li wir bi cih bûne.

Her wiha piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 7 hezar koçberên ji kampa Mebroka ya li Serêkaniyê û kampa Eyn Îsayê di kampa Erîşa de bi cih bûn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din