Li kampa Girê Spî gava yekemîn a ber avakirina rêgeza xwetêrkirinê ve

Bi armanca avakirina rêgeza xwetêrkirin û peydakirina derfetên kar, Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî di erdekî ku kirê kiriye de hemû cûre zebze û mêweyên havînê çand.

Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî erdek ku firehiya wê 60 donim li nêzî Kampa Koçberên Girê Spî kirê kir. Da ku zebze û mêweyên havînê biçîne û bi buhayekê guncaw ji şêniyên kampê re dabîn bike.

Piştî erd hate cotkirin û paqijkirin, şêniyên kampê dest bi danîna şitilan û tovan kirin.

Jina bi navê Meryem El-Ehmed ku beşdarî vê projeyê bûye got: "Ev proje derfeta kar ji me re peyda kir, da ku em malbata xwe xwedî bikin. Her wiha pêwîstiyên rojane ji zebzeyên zuhakirî dabîn dike."

Rêveberiya kampê dê avê ji kenalên avdanê yên şaxî bi rêya cenartorên avê , bikşîne erde diyarkirî.

Hevserokê kampê Mihemed Şêx anî ziman ku çandina şitlan ji bo peydakirina zebaziyan bi buhayê gunaw û peydakirina derfetên kar ji niştecihên kampê re gaveke êrînî ye.

Şêx destnîşan kir ku li gel paşguhkirina rêxistinên mirovî rewşa wan, malbatên di kampê de nikarin derbara xwe ya jiyanî bi cih bînin û got:"Ji bo vê yekê pêşniyara projeya baxçeyê zebzeyan hate kirin. Ev pêşniyar ji aliyê niştecihên kampê ve hate qebûlkirin."

Ev proje, ji bo qûta bi sedan malbatên koçber gaveke girîng e.

Di kampa Koçberên Girê Spî de, ku di 22‘ê Mijdara 2019‘an de hata avakirin, derdora 2 hezar û 700 koçberên Girê Spî hene.

ANHA


Mijarên Din