Li kampa Holê 10 hezar koçberê bê kon in

Rêveberiya Kampa Holê diyar kir ku Komseriya Bilind a Karûbarên Koçberan a Netewên Yekbûyî û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor berpirsên pirsgirêkên koçberên kampa Holê ne. Rêveberiya kampê bang li wan kir ku girtekên bîrokrasiyê derbas bikin, bi lez cihek ji bo danîna konan diyar bikin û konan li koçberan belav bikin. Li kampê 10 hezar kes bê kon in.

Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê. Di nav kampê de 72 hezar û 842 kes ji penaberên Iraqê û koçberên Sûriyê û malbatên çeteyên DAIŞ`ê bi cih bûne. Koçber û penaberên kampê rewşên gelek dijwar ji ber tunebûna konan dijîn.

Malbata koçbera bi navê Fatme El-Elî  ji 9 endaman pêk tê û ji koçberên bajarê Dêrazorê ye. Fatme dibêje heya niha bê kon in û çendîn serdana rêxistinên mirovî kirine jî, belavkirina konan paşde dixin. Fatma dibêje wê bi xwe kon di depoyan de dîtiye, lê dema ji rêxistinan dixwazin gelek caran dibêjin kon tune ne.

Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor hefteya borî  di daxuyaniyekê de gotibû, rewşa jiyana koçberan dijware û derdora 10 hezar koçber bê kon in. Piraniya wan yan di bin konên giştî de yan jî li çolê dimînin.

Sumeye Hisên ji koçberên herêma Hecînê ye û bi malbata xwe ya ji 12 kesî pêk tê, ji zilma DAIŞ’ê reviya ye. Ev meheke gihiştine kampê. Sumeye wiha got: "Ji dema em hatine kampê heta niha me konek bi dest nexist. Em bang dikin lê aliyên têkildar guh nadin bangawaziya me. Heman demê de alikariyên di aliyê tenduristî û xwarinê nedane me.”

 Girêdayî gilî û gazincên koçberan endamê rêveber ê kampa Holê Nebîl Hesen bersîva pirsên nûçegihanê me yên girêdayî rewşa kampa Holê da û got: "Berpirsa vê rewşê Komseriya Bilind a Karûbarên Koçberan û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor e. Ji erka her du aliyan e ku konan li koçberan belav bikin."

Hesen wiha domand: "Vê rewşê ji ber gelek sedeman rû daye. Ya yekemîn kon li gel Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor peyda nabin. Xaça Sor berpirsa belavkirina konan li ser malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî ye. Her wiha sedema din jî ji ber ku Komseriya Bilind a Karûbarên Koçberan herêmên belavkirina konan li beşên ku niha hatine dirêjkirin diyar nekiriye. Ji ber wê prosesa belavkirina konan dereng maye. Di encamê de koçber neçar mane di nav şert û mercên heyî de bê kon bijîn."

Di dawiyê de endamê rêveber ê kampa Holê Nebîl Hesen bang li aliyên têkildar kir ku pêwîst e girtekên bîrokrasiyê derbas bikin, bi lez cihekî ji danîna konan diyar bikin û konan li koçberan belav bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din