Li kampa Holê 3 nexweşxane têne vekirin

Rêveberiya kampa Holê bi armanca pêşkêşkirina xizmeta tenduristiyê ji zêdetirî 73 hezar koçber û penaber re, amadekariyên vekirina 3 nexweşxaneyên meydanî dike, xebatên amadekirina nexweşxaneyan di qonaxa dawîn de ne.

Kampa Holê ku 45 km dikeve rojhilatê kantona Hesekê, bi armanca pêşkêşkirina xizmeta tenduristiyê ji zêdetirî 73 hezar penaber û koçber re, rêveberiya kampê hewl dide 3 nexweşxaneyên meydanî di nav kampê de ji tevahiya beşên tendursitiyê vebike.

Bi destpêkirina pêngava dawîn a Bagera Cizîrê ji aliyê QSD`ê ve, ji bo rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê, hejmarek mezin ji koçber û malbatên çeteyên DAIŞ`ê berê xwe dan kampa Holê. Bi dawîbûna pêngavê re hejmara koçberan di nav kampê de gihaşt zêdetirî 73 hezar kesî di nav de penaberên iraqî, koçber û malbatên çeteyên DAIŞ`ê.

Rêveberiya kampa Holê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya hindek komele û rêxistinên navdewletî hewl dide warên tenduristî û xizmetguzarî ya kampê pêş bixe. Ji ber hejmara zêde ya niştecihên kampê, rêveberiya kampê bi desteka komleyên tenduristiyê yên herêmî mîna Heyva Sor a Kurd û Rêxistina Mar Yaqûb 3 nexweşxaneyên meydanî vedike. Xebatên amadekirina nexweşxaneyan gihaştiye qonaxên dawîn.

Girêdayî mijarê hevseroka Kampên Herêma Cizîrê Macîde Emîn destnîşan kir ku armanc ji avakirina nexweşxaneyan, peydakirina xebatên tenduristiyê, sivikirina zextê li ser nexweşxaneyên kantona Hesekê her wiha ji ber ku kamp bi hewcedariya mîna van projeyan e.

Girêdayî derftên pêşwazîkirina her nexweşxaneyekê Mecîde got: "Di her nexweşxaneyekê de dê 30 nivîn, tevahiya beşên tenduristiyê mîna niştergerî, hestî û beşên din werin peydakirin. Her wiha dê odeya niştergeriyê tê de werin amadekirin da ku rewşên lezgîn pêşwazî bike."

(şx)

ANHA


Mijarên Din