Li kampa Holê bergiriyên li dijî Koronayê

Heyva Sor a Kurd li kampa Holê hewl dide koçber û penaberan girêdayî parastina ji Koronavîrusê zana bike. Her wiha hewl dide hejmara kadroyên xwe zêde bike.

Koronavîrus êdî bûye xetereyeke mezin ku jiyana bi milyonan mirovan tehdît dike. Ruxmî ku piraniya welatên cîhanê bergiriyên hişyariyê girtin, lê dîsa vîrus li piraniya wan welatan belav bû.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li hember vîrusê gelek tevdîr girtine. Ji bo vê li herêmê dibistan, zanîngeh û saziyên fermî hatine girtin. Di heman deme de pêwîstiyên Komîteya Tenduristiyê bi cih anîn da ku tevahiya saziyan dezenfekte bike. Li aliyê din ji bo têketin û derketina herêmê bê kontrolkirin deiyên herêmê jî hatine girtin.

Her wiha şaneyek a bi navê ‘şaneya aloziyê’ hatiye avakirin da ku bikare bi tedbîrên li hember vîrusê koordîne bike. Di heman deme de erka vê lijneyê şopandina rewşên tenduristiyê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên cuda û amadekirina navendên tenduristiyê ye. Rêveberiyê heta niha li gel 7 navendên tenduristiyê gelek cih jî ji bo karantînayê amade kirine.

BERGIRIYÊN LI KAMPAN

Ji ber hejmara zêde ya koçberan metirsiyên belavbûna vîrusê di nava kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêde dibin. Kampa Holê yek ji van kampan e ku metirsiyê çêdike. Kampa ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di 9`ê Adara 2016`an de li rojhilatê bajarê Hesekê hatiye vekirin, bi deh hezaran kes ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên Sûriyê û biyanî lê dimînin.

Koçberê bi navê Ehmed Yusif li kampê dimîne û dibêje: "Vîrus hîna di nav kampê de belav nebûye. Rêveberiya Xweser ji me re dermanên tevahiya nexweşiyan pêşkêş dike. Semînerên girêdayî paqijiya kesayetî û awayên parastina ji vîrusê dide."

Girêdayî tedbîrên parastinê yên ku di nav kampê de li dijî vîrusê hatine girtin, gerînendeyê buroya Heyva Sor a Kurd a kampê Mehmûd Elî ji ajansa me re diyar kir ku heta niha tu haletên vegirtina vîrusa Korona di nav kampê de ji hêla rêxistinên tenduristiyê yên cîhanî ve nehatiye belgekirin.

Elî ev tişt anî ziman: "Ji destpêkê ve em kampa Holê wek karantîna tê hesibandin. Sivîl nabe derbasî kampê bibin û koçberên kampê bi şêniyên derve re nadin û nastînin."

Elî destnîşan kir ku ew ê hemleyên pakkirinê bi rêya tîma hînkirina tenduristiyê bidin meşandin. Tîm semînerên girêdayî awayên parastina ji vîrusa Korona dide nexweşên nuqteya tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd û nexweşxaneya ku di nav kampê de hatiye vekirin.

Elî bal kişand ser ku Heyva Sor a Kurd hewl dide hejmara tîma xwe ya kampê zêde bike. Da ku Komîteya Hînkirina Tenduristiyê serdana tevahiya kampê bikin û rêbazên xweparastinê ji vîrusê ji koçber û penaberan re şîrove bikin.

‘DIVÊ HER KES BALDAR BE’

Elî bi bîr xist ku Heyva Sor a Kurd hertim bi Rêveberiya Xweser re ji aliyê tenduristiyê ve koordîne dike. Elî banga rawestandina serdanan û girtina tedbîrên pêwîst kir ji bo ku serdanker li ber deriyê kampê werin kontrolkirin. Her wiha alav û madeyên pêwîst ji wan re pêkêş bikin.

Ji destpêka derketina Korona, rêxistinên di nav Kampa Holê de hewl dan, hejmara kadroyên xwe kêm bikin. Ew jî bi awayekî neyînî bandor li xebatên tenduristiyê yên ku ji koçber û penaberan re têne pêşkêşkirin,  dike. Tevî ku Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan behra wan zêde dike.

Her wiha li gorî agahiyên ji hundirê kampê, ew rêxistin tu desteka tendursitî yan jî derman nade nuqteyên tenduristiyê yên ku di nav kampê de kar dikin.

Elî wiha pê de çû: "Girtekên ku rêxistinên cîhanî di nav kampê de  digirin û hejmara kadroyên xwe kêm dikin, bandorên wê yên neyînî û erênî hene. Yên erênî, asta serdanên di nav kampê de û têkiliyan kêm dibe. Lê yên neyînî gerên hînkirinê di nav kampê de kêm dibin. Ew jî asta zanabûna tenduristiyê li cem koçberan kêm dike."

Di dawiyê de Mehmûd Elî bang li rêxistinên cîhanî kir û got: “Karantînayan di nav kampê de ava bikin, her kesê derbasî kampê dibe bi rêbazek diyar fehs bikin, derman û amûrên pêwîst ji rewşên awarte re peyda bikin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din