Li kampa Holê cenazeyê jinekê hate dîtin

Li kampa Holê ya kantona Hesekê cenazeyê jinekê ku nasnameya wê nehat naskirin hate dîtin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji kampa Holê dane ANHA‘yê cenazeyê jinekê li beşê taybetê ê jinên DAIŞ‘iyên biyanî yê kampê hate dîtin.

Di wêneyekê de ku hate bidestxistin şopên lêdan û îşkenceyê li ser benda jina kuştî hate dîtin, bi taybet di serê we de.

Der barê bûyerê de hêzên ewlekariya kampê diyar kir ku cenaze rakirin Nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê da ku ji aliyê bijîşkên edlî ve were lêkolînkirin û lêkolînê bidomîne d ku sûcdar were diyarkirin.

Kampa Holê ya 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê xetertirîn kampên di cîhanê de ye, zêdeyî 40 hezar kesên ji malbatên çeteyên DAIŞ‘ê lê hene.

Di kampê de zêdeyî 68 hezar koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ‘ê hene, ji ber dewletên wan wergirtina wan red dikin.

Di kampê de buroyên qetilkirinê zêde bûne. Berpirsa Hêzên Ewlekariya ya kampê di hevdîtineke berê li gel ajansa me diyar kirbû ku sedema bûyerên qetilirinê ji ber ku gelek jin firkê DAIŞ qebûl nakin, lewma ji aliyê jinên DAIŞ‘î ve têne qetilkirin.

ANHA

 


Mijarên Din