Li kampa Holê derketina derve hat qedexekirin

Jineke DAIŞ`î yek ji endamên Hêzên Ewlekarya Hundrîn bi kêrê birîndar kir. Paşê derketin ji kampa Holê ya li bejahiya kantona Hesekê, hate qedexekirin.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku piştî jineke DAIŞ`î yek ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê bi kêrê birîndar kir, Hêzên ewlekariya Hundrîn derketina derve, qedexe kir. Di kampa Holê de bi sedan malbatên çeteyên DAIŞ`ê hene.

Jinê destûr ji hêzên Ewlekariya Hundrîn xwestibû ku biçe sûkê, hêzê jî derfet dabûyî û yek ji endamên xwe bi wê re şandibû.

Dema ku endamên hêzên Ewlekariyê li sûkê li pêşiya jinê dimeşiya, jinê ji paşde kêr li pişta wî xist û reviya.

Endamê birîndar ji bo tedawiyê rakirin yek ji nexweşxaneyên bajarê Hesekê. Tu agahî der barê rewşa wî de heta niha tune ne.

Piştî bûyerê hêzên Ewlekariya Hundrîn derektin li kampê qedexe kir. Nûçegihanê me diyar kir ku rêxistinên di kampê de amadekariyan dikin ku endamên xwe ji kampê derxînin.

Lêkolîna der barê jina ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar kiriye, bedewam e.

(bx)

ANHA


Mijarên Din