Li kampa Holê dîsa penaberek hate kuştin

Îro di saetên sibê de penaberekî ji Iraqê di kampa Holê de hat kuştin. Bûyerên bi vî awayî di kampa Holê de ku ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye, dubare dibin.

Der barê bûyerê de hat gotin ku hêzên ewlehiyê yên taybet ku parastina kampê dikin, cenazeyê penaberîek iraqî li pêşiya konê wî di kampa Holê de dît.

Ji 23`yê Adara 2019`an de dema têkbirina çeteyên DAIŞ`ê bi destê QSD’ê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevlihevî û bêaramî û bûyerên kuştin û hewldanên revê li kampa Holê dubare dibin.

Hêzên ewlekariyê der barê bûyerê de ji ANHA`yê re ragihand ku îro di saetên sibê de hêzên ewlekariyê cenazeyê penaberê iraqî yê bi navê Abdullah Hemed El-Mihemed (60) di beşa yekem a kampê de dît û penaber ji serê xwe rastî lêdanê bi amûreke hişk hatibû û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyekî jî destnîşan kir ku rewşên kuştinê û tevliheviyê di demên dawîn de zêde bûne, jinên DAIŞ`î hewl didin zîhniyeta DAIŞ`ê xurt bikin, nahêlin hindek ji wan ji fikrên radîkal vegerin û ji rewşên tevliheviyê sûdê digirin da ku ji kampê birevin.

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Zêdetirî 67 hezar kes ji penaberên Iraqê û koçberên Sûriyê, her wiha malbatên çeteyên DAIŞ`ê tê de dijîn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din