Li kampa Holê hewldana şewitandina kampê hat têkbirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kampa Holê şaneyeke jinên DAIŞ`î ku ji 3 jinan pêk tê û ji Tirkiyê ne ku hewl dida li kampê şewatê derxin, girt.

Hêzên ewlekariyê yên parastina kampa Holê dikin, hewldaneke jinên DAIŞ`î ku dixwest agir bi kampê bixin, têk bir. Her wiha destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê 3 jinên çete yên biyanî di beşa "Muhacîrat” de ya taybet ji malbatên çeteyên biyanî re girt her wiha cihek ku tê de madeyên şewitandinê hebûn, girt.

Yek ji berpirsên hêzên ewlekariyê yên kampê got wan agahî girt ku jinên DAIŞ`î ku ji Tirkiyê ne, miqdarek  ji benzînê û derman di konên xwe de kom dikin û amadekariyê dikin ku agir bi kampê bixin da ku tevliheviyê derxin û birevin.

Berpirs tekez kir ku wan telefon bi jinên girtî re dît û bi rêya nameyan nas kir ku têkiliya wan bi şaneyên DAIŞ`ê yên li Tirkiyê û Sûriyê re hene.

Hêzên Ewlekariya Hundarîn di 20`ê Nîsanê de cihekî ku tê de madeyên şewitandinê dihat veşartin, dît û di 7`ê Gulanê de 2 jinên DAIŞ`î ku ji Mexrîbê bûn, girtin.

Di kampa Holê de zêdetirî 67 hezar koçber û penaber hene, her wiha zêdetirî 40 hezar kes ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên ji Sûriye, Iraq û biyanî hene.

Berpirsa hêzên ewlekariyê ya kampa Holê Îlol Rizgar beriya demekê ji ANHA`yê re tekez kiribû ku bilindbûna asta sûcên di kampa Holê de xetereya mayîna malbatên çeteyan di kampê de diyar dike, bêyî ku dewletên pêwendîdar bi awayekî cidî çareseriyê bibînin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din