Li kampa Holê jineke turkmenîstanî hate qetilkirin

Jineke turkmenîstanî li xetertirîn kamp ji ber jinên DAIŞ`î lê dan û  ew ricimandin hate qetilkirin.

Îro Hêzên Ewlekariyê cenazeyê jinekê li xetertirîn kamp di cîhanê de kampa Holê ku 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê dîtin.Jina bi navê Fatima Abdulellah, bi eslê xwe turkmenîstaniye ji aliyê jinên DAIŞ’î ve hat qetilkirin.

Kampa Holê li herêmên Rêveberiya Xweser ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezintirîn kamp e û 71 hezar kes lê bi cih dibin, di nav wan de koçberên ji Sûriyê, penaberên ji Iraqê û jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê jî hene.Di nava kampên cîhanê de ji ber ku zêdetirî 40 hezar hevser û zarokan çeteyên DAIŞ`ê li kampa Holê bi cih dibin, kamp wekî xetertirîn kamp tê dîtin.

Nûçegihanê me ji kampa Holê bi hevkariya Hêzên Ewlekariyê yên taybet bi parastina kampê dikarîbûn sûcdariya qetilkirina jinên çeteyên DAIŞ`ê li aliyê"Koçberan"ku taybet bi malbatên çeteyên biyanî ye, ji Fatima Abdulellah ku bi eslê xwe pakistanî û (50) kifş bikin.

Têkildarî bûyerê berpirsên ewlekariyê beyî ku navên xwe ji ajansa HAWAR`ê re kifş bikin gotin, jinên çeteyên DAIŞ`ê di mangên xwe de komên hesabxwestinê ava kirin û ew li pey bûyerê ne, dema agahî hatin berdestên hezan ku jinek hatiye qetilkirin û jinên biyanî dixwazin cenazeyê winda bikin destwerdan kirin, lê belê hîn cenaze veneşartibûn hêzên ewlekariyê girtin ser wan. 

Rayedarên wiha li axaftina xwe zêde kirin, awayê hesabxwestin, lêdan, qetilkirin û dadgehkirina jinên DAIŞ`î ne cara yekê ye, ev jî isbat dike ku jinên DAIŞ`iyan parastina fikirê DAIŞ`iyan dikin û heke neparêzin wekî kesên tundrew têne dîtin, di gel ku hêzên ewlekariyê bûyeran dişopîne da ku bigihêje van koman, lê belê ji ber cilên jinên DAIŞ`î wekî hev in kifşkirina sûdaran zehmet dibe.

Tê zanîn ku rojana li kampa Holê bûyerên wiha têne qewimandin û jinên çeteyên DAIŞ`ê nexasim ên"Koçber"hewldana qetilkirina muxalifên fikirê DAIŞ`ê qetil bikin, nîşana vê yekê jî roja çarçema borî jinên çeteyên DAIŞ`ê penabereke iraqî qetilkirin.

(eh) 

ANHA


Mijarên Din