Li kampa Holê penaberekî din hate kuştin

Li kampa Holê ku ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye, Hêzên Ewlekariyê cenazeyê penaberekî ji Iraqê dît. Li kampê piştî zêdebûna bûyerên kuştinê, tevgereke zêde ya ewlekariyê heye.

Ji saetên destpêkê yên sibehê ve piştî ku li beşa 7`emîn a kampê cenazeyê penaberekî ji Iraqê yê bi navê Esed Elawî Medîd (30) ku di sîng û dilê xwe de derbên kêrê xwaribû, hate dîtin, li kampê tevgereke ewlehiyê ya pir zêde heye û hêzên ewlekariyê yên birpirsyarên parastina kampê belav bûne.

Bûyerên kuştin, birîndarkirin û revê li kampa Holê ku ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye û 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê dikeve, berdewam dikin. Taybet jî piştî ku Koalîsyona Navdewletî kuştina serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî di 26`ê Mijdarê de hemwextî êrişa Tiriyê û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ragihand.

Der barê bûyerê de, Hêzên Ewlekariyê ji nûçegihanê me re diyar kir ku ciwanê Iraqî yê bi navê Esed Elawî Medîd du li beşê 7`emîn ê kampê hate dîtin û cenazeyê wî li konekî ku ji bo koçberên nû hatibû amadekirin, hate veşartin.

Li gorî agahiyên destpêkê, wekî ku di demên berê de bi armanca kontrolkirina kampê û koçberan rêzebûyerên kuştinê rû dane, jinên DAIŞ`î wek berpirsyar tên nîşandan.

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Tê de 71 hezar koçber ji Sûriyê û Iraqê û zarok û jinên DAIŞ`ê dimînin. Her wiha ji ber hebûna zêdetirî 40 hezar zarok û jinên DAIŞ`ê, ji xeternaktirîn kampên cîhanê tê hesibandin.

Hêzên Ewlekariyê destnîşan kir ku ev bûyer bi êrişa artêşa Tirk û çeteyên wê re dest pê kir. Di çarçoveya lêpirsîna der bare detayên bûyerên kuştinê de ku li kampê zêde bûne, ji vê sibê de tevgera ewlehiyê zêde ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh li kampê jineke ji Tirkmenistanê bi navê Fatima piştî ku rastî lêdanê hat, ji aliyê jinên DAIŞ`î ve hat kuştin.

ANHA


Mijarên Din